Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekitiya Ewropayê kesekî Îranî û kompaniyên wî xisnite nav lîstê dorpêçan

12:10 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2025

Yekîtiya Ewropayê kesekî Îranî yê bi navê Husên Şemxanî ku kurê Elî Şemxanî yê şêwirkarê payebilind ê rêberê rêjîmê ye, bi sedema rola wî li ticareta neftê digel Rûsiyê li lîstê dorpêçên bo ser rêjîma Îranê zêde kirin.

Heriwisa 2 şirketên “Husên Şemxanî” yên bi navên “Admîral û Mîlawûs” ku li bajarê Dubêyê de hatine tomarkirin, li lîstê dorpêçan hatine zêdekirin.

Husên Şemxanî û girûpa şirketên wî li “nawgana sîber” a Rûsiyê de rolek bingehîn hene.

Yekîtiya Ewropayê daye zanîn ku Husên Şemxanî li beşeke aborî de xwedî rol e ku çavkaniyeke berçav a dahat bo Rûsiyê ye.

Pêka rapora “Blomberg”ê, bilî şirketên li bajarê Dobêyî, çendîn şirket li bajarên “Jinêv û Lenden”ê de hene.