Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dest ji meyandina Uraniyomê bernade

12:12 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2025

Ebas Îraqçî, wezîrê derve yê rêjîmê li hevpeyvîn digel Fox Newsê gotiye : “Bernameya meyandina Uraniyomê bo me gelek girîng e û em nikarin dest ji vê berdin, ev destkevta zanayên me ye û em bi ti awayek dest ji meyandina Uraniyomê bernadin.

Herwisa navbirî îdia kir ku bernameya meyandina Uraniyomê bi tevavî sekiniye û xisarên pêketî bi bernameya meyandina Uraniyomê, gelek micid û giran bûne.

Axaftina wî berpoirsê rêjîmê li halekê de ye ku çend navendên din ên navkî hene ku heta niha bo Ajansa navnetewî ya Wizeya navkî, bi veşartî mane.

Ev di demekê de ye ku Amerîka û Ewropa, Rûsiye, û Ajans û zaf welatan daxwaz ji Îranê kirine ku dibe bi temamî meyandina Uraniyomê rawestîne, hekî ne dê mikanîzma Maşê li ser Îranê bête çalakkirin û egera êrîşa Amerîka û Îsraîl carekî dinê bo ser binkên Etomiye rêjîmê zêde dike.