
Pêka rapora “Wal Strît Jornal” girûpa hekêrî ya “çivîka dirinde”, 90 milyon Dolar ji dirafê dîcîtal ên spaha pasdaran bo hisabên din veguhastine û bi wî awasyî, 90 milyon diraf ji hisabên spaha pasdaran a terorîst kêm kirine.
Pêka vê raporê, ev hekkirin li şerê 12 rojeya Îsraîl, Amerîka digel rêjîma Îranê de hatiye kirin û li wî heyamî de hisabên bankî li çendîn bankên rêjîmê bi taybet banka “sipeh” hatibûne hekkirin.
pêka vê raporê girûpa hekêriya “çivîka dirinde” ser bi Artêşa Îsraîlê ye û dirafê dîcîtal ê betalkirî ji hisaba spaha pasdatran a terorîst bo hinek hisabên din bi avayek veguhastiye ku ti îmkanek bo vegerandina vî dirafê dîcital bo hisabên bankî yên spaha pasdaran nîne û rêjîm bo qerebûkirina vê xisarê, dirafê bê piştivane li banka navendî de daye çapkirin