
Li berdewamiya qeyrana aborî û neşiyana rêjîmê bo birêveberî û dabînkirina hewcehiyên xelkê Îranê, nirxa nan û birinc ku xwarina bingehîn a xelkê Îranê ye 2 heta 3 qat bilintir bûye û vê yekê piraniya herî zêde ya xelkê Îranê ku li hêla hejariyê dene, rastî dijwariyên zêdetir ên dabînkirina hewcehiyên bingehîn, bi taybet xwarinê kiriye.
Pêka gotinên xelkê, raporên belavbûyî, kûrahiya hejarî û dijwariya pirsgirêkên xelkê bi serastî nadin xuya û beşek ji malbatan neçar mane, xwarina xwe ya rojanê, kêm bikin û rojê carek an 2 car nan bixwin.
Nirxa nanê Loşe ji 800 Tumenî heta 3 hezar Tumenî û kita Berberî heta 10 hezar tûmenî û nirxa birinc ji 180 hezar tumenî heta 300 an 350 hezar Tumenî bilind bûye.