
Hejmara 498 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
Peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 36emîn salvegera terorkirin a “Dr. Qasimlo”, manşêta hejmara 498 an a Agirî ye.
Rûpela 2 – Gotara – Hizrên bê hempa yên Qasimlo, ji nivîsa Nûredîn Sofîzade.
Rûpela 3 – gotara - Li Piragê Ve Bo Kurdistanê, Ji Nû Ve Pênasekirina Tevgera
Kurdistana Îranê di Ramanên Dr. Qasimlo de, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpela 4 – gotara – Baweriya “Dr. Qasimlo” bi rola ciwanan li pêşeroja Kurdistanê, ji nivîsa Bêhzad Qadirî û wrgêrana Bêhzad Simko.
Rûpelên 5 û 6 hatine terxankirin bo gotarekê li jêr navê - Qasimlo rêberek ji bo hemû nifșan, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpela 7 – gotara - Kolonyalîzma Navxweyî û Nijadperestiya Sîstmatîk: Dengê Dr. Qasimlû li dijî Faşîzma Farsî, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 – Gotara - Şehîd Qasimloyê, Ku Min Naskir, ji nivîsa Mesûd Tek.
Rûpela 9 ê a hejmara nû a rojnameya Agirî de peyamên herduk Partiyên PSK anku Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bakûr, û PWK ank Partiya Welatparêzên Kurdistanê Bakûr bi hilkefta salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo, dikevne ber çavê xwênerên hêja .
Rûpela 10 – Daxuyaniya hevbeş a 7 partiyên Rojhilatê Kurdistanê derheq pêla nû ya tepeserkirinê li Îran û Kurdistanê , û herwisa daxûyaniya 10 rêkxiravên mafê mirovî li derheq 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo, hatine çapkirin.
Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêreke babê nasyonalîzma Kurd û rêberê doza azadiya netewa me, Simkoyê Şikak li jêr navê “Bîranîna xebat û têkoşîna Rêberê Neteweyî yê Kurd SIMKOYÊ ŞIKAK” ku bi hilkefta 95mîn salvegera şehîdbûna wî rêberê mezin e. Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.
Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.