Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi cihê kirîna mûşek bo tereorîstan, Dibe nan bo xelkê xwe bikire

12:36 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2025

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi belavkirina peyamek li tora civakiya “X” de tevî îşarekirin bi destbiserdegirtin a 750 ton cebilxaneya dironî mûşekiya rêjîmê bo Hûsiyên Yemenê, ragihand ku dema vê hatiye rêjîma Îranê bi cihê kirîn û dabînkirina mûşekan bo terorîstan, bo xelkê xwe nan bikire ku tûşî qeyrana neşiyan a kirîna nan bo malbatên xwe hatine.

Herwisa li vê peyamê de rû bi rêjîma Îranê hatiye ku dibe dest li piştevanîkirin li girûpên terorîstî berde.

Peyama Wezareta Derve ya Amerîkayê li halekê de ye ku bi sedema qeyrana aborî û bilindbûna 2 heta 3 qatî ya xwarinan bi taybet nan û birinc ku xwarina serekî ya xelkê Îranê ye, beşek zêde ji wan, neçar bi kêmkirina carên rojane ya nanxwarinê bûne.