Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya xelkê li derheq qutbûna av û berqê kevte qona xwenîşandanê

13:09 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li pitira gund û bajarên Îranê de bi sedema neşiyan û bikêrnehatina berpirsên rêjîmê, qeyrana bêavî û qutbûna çendîn demjimêrî û lipeyhev a berqê, jiyana dijwar a xelkê Îranê dijwartir kiriye û xelkê Îranê bi şêwazên cuda nerizayetiya xwe dane xuya ku li torên civakî de deng vedane.

Kûrahiya qeyran a bêavî û nebûna berqê li hinek cihên wek bajarê Sebzewarê de gihîşte qonaxa xwenîşandana nerizayetiyê û 2 roj e ku xelkê wî bajarî rijiyane ser şeqaman û nerizayteiya xwe didin xuya.

Rêjîmê Îranê bi cihê dabînkiirna av û berqa xelkê, bi hêzên tepeserker bi tundûtîjî, gaza bîber û lêdan û kutanê, êrîş kiriye ser wan xwenîşanderên mafxwaz û xelkê jî bersiva vê tepeserkirinê daye.

Rêjîmê bo çewtekarî bo li hinek bajarên ku qeyrabna bêavî gelek dijwar e û nêzî milyonek kes heşîmet hene, 2 tankerên avê şandine ku bi qasa hewcehiya 2 kolanên bajar jî nînin.