
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li roja Sêşemî 31ê Pûşperê, 2 kes û 5 damezraveyên li tora nefta qaçax a rêjîma Îranê bo Hûsiyên Yemenê û sipîkirina diraf ku piştevanî li Hûsiyan dikin, li lîstê dorpêçan, zêde kirin.
Pêka daxuyaniya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, vê tora qaçaxkirina nefta rêjîmê bo deverên li jêr kontrola Hûsiyan de rola bingehîn hebûye û her salê 100an milyon Dolar bo dabînkirina malî ya wan milîsên ser bi rêjîma Îranê û kiryarên alozker ên wan li deverê, dahat hebûne.
Li vê daxuyaniyê de hatiye ku rêjîma Îranê barek neftê bi nirxa 12 milyon Dolar digel Hûsiyan hevaheng kiribû ku bifroşin û vê torê ev yek digel Hûsiyan hevaheng kiribû.
Amerîkayê çendîn caran bi rêjîma Îranê huşdarî daye ku dest ji alîkarîdan bi girûpên terorîstî berde neku dê nirxek giran bide.