Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi cihê pêregihîştin bi xisarpêketiyên malî, wan dikute û binçav dike

13:12 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2025

Beşek ji xwedîpişkên Şirketa “Pedîdê şandîz”li bajarê Meşhedê ku li pey mafê xwe kevtine û daxwaza mafê xwe dikin, li vê şirketê de rastî lêdan û kutan a hêzên tepeserker ên întizamiya rêjîmê û parastina vê şirketê hatine.

Pêka raporên belavbûyî vê şirketê pişka 12 salan a wan kesan ragirtiye û bi wan nade û rêjîma Îranê bi cihê dabînkirina mafê wan hêzên tepeserker bo tepeserkirin û serkutakirina wan şandine.

Pêka rapora Halveş, 2 ji wan xisarpêketiyên malî, ji aliyê hêzên tepeserker ên întizamî ve hatine girtin, lê zanyariyên zêdetir li ber dest nînin.