
Pêka raporên belavbûyî rêjîma Îranê li 29ê Pûşperê de zêdetir ji 6 girtiyên Belûç bidar vekirine ku navê 4 ji wan ên bi navê “Ebdulcelîl Derkzihî, Nêimetullah Şehnewazî, Nesîr Şehbexş naskirî bi Daryûş û kesek bi nasnavê Xulcayî” hatiye zanîn.
Herwisa 2 girtiyên din ên bi navên “Xald Belûçî yê xelkê Zerabadê û Nasir Siyahser ê xelkê Zabolê” jî ji aliyê rêjîmê ve hatine bidarvekirin û roja Duşemî 28ê Pûşperê jî 3 kes li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gurganê de hatine bidarvekirin ku 2 ji wan , Belûç bûne.
Rêkxirava Lêbihorîna Navnetewî ragihand ku “li sala derbasbûyî, %10 a hemû bidarvekiriyên li Îranê xelkê Belûç bûne, ev yek li halekê de ye ku heşîmeta Belûçan li Îranê bi Tenê %5 e”.