
Pêka raporên belavbûyî hêzên hov ên rêjîmê, li gundekî ser bi bajarê Xaşê, êrîşkirine ser jinên wî gundî û bi teqeya rasterast jinek kuştin û 11 jî birîndar kirin.
Hêzên hov ên ewlehî û serabaziyên rêjîmê li devera “Karwander” a ser bi bajarê “Xaş”ê bi awayê xosearene û bi çekên şer êrîş kirine ser gundê Gunîçê û bi hêceta lipeyketin bi kesên çekdar, bê agehdarkirina xelkê gund çone nav malên xelkê û rasterast, teqe li jinên wî gundî kirine.
Wan hêzên hov tevî reftara tund digel jinan û lêdan û kutanê, jinek Belûç kuştin û 11 jinên dinêye Belûç jî bi dijwarî birîndar kirine.
Herwisa li encama vê êrîşa hovane ya rêjîmê de jinek pêgiran, bi sedema lêdan û birîndarbûnê zaroka xwe ji dest daye.
Ew êrîşa hovane li halekê de hatiye kirin ku ti kesekî çekdar li wî gundî de nebûye û ew kirayara rêjîmê dide xuya ku Rêjîma Îranê tola şikesta serşoraneya xwe ji Îsraîl û Amerîkayê, ji jin û zarokên bêtavan hil dide.
Wan jinan li bertekê de rêya wî gundî bi agirberdan bi tekeran daxistin.