Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorên Amerîkayê daxwaza çalakkirina lezgîn a mikanîsma maşê dikin

10:53 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2025

Roja Çarşemî, 2ê Gelawêjê, 20 senatorên Amerîkayê daxwaz ji welatên Firanse, Alman û Birîtaniyayê kirine ku bi lezgînî mikanîsma maşê anku çalakkirina hemû dorpêçên navnetewî yên ragirtî bo ser rêjîma Îranê, cî bi cî bikin.

Wan senatoran li meclîsa Sena ya Amerîkayê de gotine ku niha derfetek heye rewşa li Rojhilata navîn bi tevavî biguherînin, lê ev derfet dê bê daxistin, meger rêjîma Îranê razî bikin ku dest ji bernameya xwe ya çeka navkî ku bi ti awayekê ji aliyê me ve nayê qebûlkirin, bi dawî bîne.

Lewma wan 20 senatoran daxwaz ji Troîkaya Ewropayê kirine û gotine ku “bi lezgînî mikanîsma maşê bo ser rêjîma Îranê çalak bikin û nabe em derfetê bidne rêjîma Îranê ku ji bersivdanê bireve”.