Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengê nerizayetiyên li ser şeqaman li Îranê zêdetir dibin

10:56 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2025

Neşiyana rêjîmê li çareserkirina pirsgirêkên xelkê bi taybet li wan 2-3 rojên derbasbûyî de bi taybet bi sedema qutbûna av û berq li piraniya parêzgehan de, dengê nerizayetiya pengurî ya xelkê Îranê li ser şeqaman tê bihîstin û rêjîma Îranê bi hemû şêwazekê hewla fetisandina dengê mafxwaziya xelkê nerazî dide û wan serkut dike.

Roja derbasbûyî de xelkê nerazî li mêtroya Têhranê li taxên “Elîabad û Xezane”yê de ku dirûşmên bimre dîktator didan, ku rastî êrîşa hovane a hêzên tepeserker ên rêjîmê hatin.

Pêka raporên belavbûyî hêzên rêjîmê bi gaza bîberê êrîş kirine ser neraziyan û reftarên gelek tundûtîj digel xwenîşanderan kirine.

Vê dawiyê li seranserî Îranê de rêjîm berdewam Av û Berqê bi ser xelkê de qut dike û bi vê sedemê ve xisarên mezin geheştine kargeh û navendên berhemanînê û pirskirêkên mezin bo kar û jiyana anîye pêş.