
Seid Lêylaz ku li binav aliyê reformxwaz a rêjîmê de ye îtiraf kir ku li heyama şerê digel Îsraîlê de 130 heta 150 lanşêrên mûşekan berî avêtin bo aliyê Îsraîl bi lançêran ve li yek demê de bi hevre hatine teqandin û ji nav çone û ev bi tenê vê yekê dide xuya ku li warê ewlehiyê ve mezintirîn şikest e û ewlehiya komara îslamiya Îranê bi tevavî biriye jêr pirsyarê.
Herwisa navbirî îdiaya rêjîmê dubare kir û got ku sîstema berevaniya esmanî ya Îranê hatibû hekkirin, lê li rastiyê de sîstema berevaniya esmanî ya rêjîmê şiyana peydakirin û bi armancgirtina balafirên Îsraîlî nîne lewma li destpêkê de bûne armanc û ji nav çone.