
Xulamhusên Muhsiniyê Êjêyî, yê cinayretkar ê Serokê dezgeha dad a rêjîmê îtiraf kir li heyama şerê 12 roje digel Îsraîlê de, zêdetir ji 2 hezar kes binçav kirine û bo çewtekarî îdia kir ku piraniya wan hatine berdan, lê li rastî de rêjeya binçavkirinan gelek zêdetir ji 2 hezr kesî ye û hem piraniya kesên binçavkirî bi taybet binçavkiriyên Kurd rastî tohmetlêdanên wehmî yên hevkarî an sîxurîkirin bo Îsraîlê hatine.
Binçavkirinên xoserane û bi armanca perdepoşkirina şikesta ewlehî-serbazî ji Îrasîl, xelkê bêtawan berdewam e û bi wî awayî rêjîma Îranê tola şikesta serşoranmeya xwe ji xelkê medenî bi taybet gelê Kurd û Belûç hil dide.