
bi sedema neşiyan û bikêrnahatina berpirsên rêjîmê bo dabînkirina av û berqa xelkê Îranê, parêzgarên rêjîmî li 23 parêzgehan de teitîl anku bêhnvedana fermî ragihandin û idia kirin ku bi vê yekê beşke zêde ya vê qeyranê çareser dibe.
pêka amarên rêjîmê bi sedema rizîbûna borî û hêlên veguhastina avê û herwisa bikaranînma neyasayî, %32 a ava Îranê bi heder diçe û ava paşkevt li bendavan li asta herî kêm a metirsîdar deye. Qeyrana bê avî û qutbûna berqê, xisarên bêveger bi werzêrî û berhemanînên cur bi cur xistiye
Berpirsên rêjîmê daxwaz ji xelkê dikin ku %20 a bikaranîna avê kêm bikin û serkomarê rêjîmê jî îtiraf bi vê yekê kiriye ku hekî ev qeyrana bêaviyê berdewam be bo çend heftiyên din, êdî av bo tankerên veguhastina avê jî namîne.