Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sedema teqîn û agirpêketinan li Îranê de perdepoş dikin

11:04 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2025

Rojnameya “New York Times” ragihand ku berpirsên rêjîma Îranê, Îsraîlê bi bikerê teqîn û agirpêketinên vê dawiyê dizanîn, lê xwe ji ragihandina vê yekê diparêzin û hewlê didin bi asayînîşandana wan teqîn û agirpêketinan, rewşa ewlehiya hilveşiyayî ya Îranê bi ewleh bidin nîşandan.

Pêka vê raporê, rêjîma Îranê, Îsraîlê bi bikerên wan teqîn û agirpêketinên wan 2 heftiyên derbasbûyî de nas dike û hejmarek ji berpirsên ewlehî û herwisa berpirsên spaha pasdaran a terorîst jî Îsraîlê bi bikerê wan bûyeran dizanin lê ji tirsê derencamên wê, xwe ji eşkerekirina navê Îsraîl diparêz in.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku xelkê Îranê diazne rêjîma Îranê zanyariyan bi taybet ên teqîn û agirpêketinan perdepoş dike.