
Pêka dawî raporên belavbûyî navendeke guhdariya têlêfonî û çavdêriya înternetî ya rêjîmê ya ser bi wezareta îtilaat a rêjîmê li bajarê Têhranê de bi dengekî mezin teqiya ye lê heta niha sedema vê teqîna mezin û herwisa xisarên canî û malî, nehatiye zanîn.
Herwisa li nav bajaroka pîşeyî ya Şemsabad a li nêzî rêya “Têhran-Qum”ê de jî piştî teqînek mezin dûkele bilind hatiye dîtin ku li vê derheqê de jî ti zanyariyek serast li ber dest nîne.
Navendên ewlehî û serbaziyên rêjîmê û herwiusa navendên tepeserker û îşkencekirina xelkê li vê dawiyê de dibin armanc û rêjîma Îranê tevî perdepoşkirin û sansorkirina zanyariyan, wan teqînê eşkere û ber çavên xelkê, bi sedema gazê ve girê dide ku îdî ev îdiayên rêjîmê bûne cihê henekên xelkê Îranê.