Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîn li Îranê berdewam in

16:32 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li berdewamiya teqînê mezin û cihê çik û guman li Îranê, vê carê li bajarê Kirmaşanê de dengê teqînek mezin li nav wî bajarî de hatiye bihîstin û piştre dûkel li esmanê bajarê Kirmaşanê bilind bûye, heta niha li derheq vê teqîna mezin de ti zanyariyek zêdetir belav nebûye.

Herwisa li bajarê Kerecê de jî ji aliyê firokexaneya Peyam, dengê teqînek mezin hatiye bihîstin û dûkela vê li esmanê Kerecê de bilind bûye, hinek çavkaniyan gotine ku ev êrîşeke dironî bûye lê heta niha ti zanyariyeke serast li vê derheqê de li ber dest nîne.