
Zêdetir ji 57 parêzer, mamostayên zanîngehan û mafnasên Îranê pêşnivîsa yasaya tuntirkirina sizakirina xelkê bi tohmeta sîxuriyê û hevkarî digel Îsraîlê û welatên dijber, bi neyasayî binav kirine.
Roja Çarşemî 11ê Pûşperê, Zêdetir ji 57 parêzer, mamostayên naznîngehan û mafnasên Îranê, pêşnivîsa tuntirkirina sizakirina xelkê bi tohmeta sîxurîkirin û hevkarî digel Îsraîlê û welatên dijber, bi bervajiyê benda 9 ya yasya bingehîn ya Îranê dane zanîn û ragihandine ku ew rêxweşkerê karesatek mezin e.
Pêka benda 9 a yasaya rêjîma Îranê, ti berpirsek heta bi danîna yasayan jî mafê standina azadiyên rewa nine.
Wajokerên vê daxuyaniyê tevî îşarekirin bi naveroka vê reşnivîsê ku li meclisa rêjîmê de keftiye ber bas, ew karê rêjîmê anku girtin û sizadana xelkê bi tohmeta sîxurî bo Îsraîl, tejî şaşiyên yasayî binav kirine û sepandina siza, bi belgeyên nerohn, sepandina sizayên giran ên wek binçavkirinên demdirêj û bidarvekirin, binpêkirina mafê tohmetlêdayiyan li dema pêregihîşti, sînordarkirina gelek dijwar bo ser azadiyên medenî û berçavnegirtina şêwaza serast a pêregihîştina dadperwerane û mafê vekhev bi beşek ji şaşiyên vî dane zanîn.