Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara Şehîdên çalakvanê jîngehparêz Kurdistanê mixabin geheşte 3 kesan

12:07 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2025

Çiyako Yûsifînijad û Xebat Emînî, çalakvanên jîngehparêz ê xelkê bajarê Sinê, ku li 2ê Gelawêjê de li hewldanên bo temirandina agir li çiyayê Awiyerê de rastî şewitînê hatibûn, û li nexweşxanê de bûn, mixabin li Çiyako roja derbasbûyî û Xebat îro Dûşemî 6ê Gelawêjê li nexweşxaneya Kewser a bajarê Sinê de bi sedema kûrahiya şewitînê, tevli karwanê şehîdên parstina jînegha Kurdistanê bûn.

“Hemîd Muradî û Çiyako Yûsifînijad û Xebat Emînî, çalakvanên dilsoz û xwedîsozê jîngehparêziyê bi sedema kûrahiya şewitinê, li wan çend rojan de tevlî karwanê şehîdên parastîna jîngeha Kurdistanê bûn.

Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, tevî hevxemiya xwe bo canjidestdana Şehîd “Xebat Emînî û Hemîd Muradî û Çiyako Yûsifînijad, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkar û xelkê emegnas û serbilindên bajarê Sinê û xwe bi hevxemê wan dizane.