Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Lozanê Konferansa ‘’Mafê Çarenûsê û Paşeroja Kurdan’’ Hate Li Dar Xistin

12:09 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li roja 26.07.2025ê, li Kantona Lozan a Swîsê, ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ve konferansek li jêr navê "Mafê Çarenûsê û Pêşeroja Kurdan" hat lidarxistin. 

Konferans li “Chateau d’Ouchy”yê de hate lidarxistin, ku cihê danûstandinên Peymana Lozanê bû û hin belgeyên fermandanê û biryardanan di dema danûstandinan de li wir mabûn.

Koferans di demjimêr 13:00an de bi sirûda netewiya “Ey Raqîb” dest pê kir û ji sê qonaxan pêk hatibû.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar di destpêka konfeansê de bixêrhatina beşdaran kir û di derbarê armanca konferansê de kurte axaftinek kir.

Lê ew kesayetên ku hatibûn dawet kirin beşdarî komxebatê bûn.

Konferans ji sê beşan pêk hatibû.

Mijara Rûniştina Yekem, Dîrok û Hiqûq Bû

Rûniştina yekem bi navê "Dîrok û Hiqûq"ê pêk hat û birêveberiya wê ji aliyê Nara Saadî ve hat kirin. Di vê beşa yekem de, nivîskar, lêkolîner Eîin Çîçek, hiqûqnas Şeyhmûs Ozdemîr û Serokê KURD-KAVê parêzer Mehmet Celal Baykara wekî axaftvan beşdar bûn. Di vê beşê de, Peymana Lozanê, ji alîyê dîrokî û hiqûqî ve hate nirxandin.

Mijara Rûniştina Duyem, Mafê Çarenûsê û Netew Bû

Di beşa duyem a kofeancê de ku birêvebera vê Zozan Uçar kir, Şaro Garîp, Behrooz Şujaî, û Dîyax Polat wekî axaftvan beşdar bûn. Di vê beşê de, Peymana Lozanê, mafê çarenûsê û netewbûn ji aliyê nivîskar û akademîsyênên kurd ve hate nirxandin.

Mijara Rûniştina Sêyem, Perpektîv anku dîtingehên Siyasî Bû

Di beşa dawîn de ku birlvebera wê Nazîle Afkhamî kir, mijara nêrîna siyasî ya li ser Peymana Lozanê hat axaftin. Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelîk Serokê Giştî yê PWKyê, berdevkê PDKS Cemal Meral  û berdevkê PAKURDê Gewran Goyî li ser mafê çarenivîsê, Peymana Lozanê û rewşa sîyasî ya heyî de nêrîn û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.

Piştî axaftinên serokê giştî yên partiyên siyasî, hemû beşdarên konferansê bi hev re xwarinek xwarin. Di xwarinê de Enstîtuya Kurdî ya Lozanê plaket û lewheya rêzgirtin da ew kesan ku alîkarîya enstîtuyê kiribûn.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, di axaftina xwe ya di konferansê de di derbarê damezrandin û bernameya PWKyê û doza girtinê ya li ser PWKyê de agahdarî da. Herweha li ser sebebên ku heta îro çima kurdan nikarîbûn dewleta xwe ava bikin de bîr û rayên xwe anî zimên. Di berdwamîya axaftina xwe de Mustafa Ozçelîk di derheq çekdanîna PKKyê, rewşa heyî ya li her çar perçeyên Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn de bîr û ray û pêşniyarîyên PWKyê pêşkêş kir.