
“Jean-Noel Barrot” Wezîrê Derve yê Firansê li hevpeyvîn digel tora CBS de tevî îşarekirin bi binpêkirinên rêjîmê li Bercamê, da zanîn ku Tro,îkaya Ewropayê dixwaze lihevkirinekê digel rêjîma Îranê bike ku hem bernameya mûşekiya Îranê li xwe bigre û hem sekinandina tevav a piştevanîkirina rêjîmê li milîsan jî li xwe bigre.
Herwisa navbirî gotiye: “Hêj metirsî hene û me digel Alman û Birîtaniyayê bi rohnî û tekezî gotiye ku nabe rêjîma Îranê derfeta bidestveanîna çeka navkî hebe û pêştir jî bi hevahengî digel Amerîkayê, me pêwendî bi berpirsên rêjîma Îranê ve girtiye û bi rohnî me huşdarî daye wan”.