Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Teşkîlata Nihênî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

17:37 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2025

Mixabin û bi keserê ve, êwara roja Yekşemî 5ê Gelawêjê, “Çiyako Yûsifînijad” û îro Duşemî 6ê Gelawêjî, “Xebat Emînî”, têkoşerek din ê jîngehparêziya niştiman, bi sedema kûrahiya birînan, şehîd bûn û tevlî karwanê şehîdên jîngehparêziya niştiman bûn. Herwisa çend roj pêştir ji parêzerê dilsoz, “hemîd Muradî” canê xwe li vê rêyê de pêşkêşî nîştiman xwe kiribû.

Bêguman, berpirsatiya bûyerên wiha û temirandina agirpêketinên cihê şik û gumanê li çiya û daristanên Kurdistanê li pileya yekem de li stuyê komara îslamî ye, lê komara îslamî wek kiryarên hertimî yên xwe, ya ku girîng nabîne, parastina jîngeha Kurdistanê yê û li encama vê yekê de ku xortên niştimana me, zendê xwe vedidin û li asteke herî bilind a dilsozî û sehkirina berpirsatiyê û bê ti îmkanatekê, bo parastina niştimanê xwe hewla temirandina wan agiran didin û canê xwe gorî dikin.

Navenda Teşkîlat a Hizba Dêmokrat a Kurdistna Îranê, tevê nîşandana xembariya xwe li drheq şehîdbûna wan 3 ciwanên şehîdê welat, sersaxiyê dibêje malbatên wan ên rêzdar, xelkê Kurdistanê, jîngehparêzên xwedîsoz ên bê rawestan û xelkê bajarê Sinê û hêviya zûbaşbûnê bo birîndarên vê bûyera tal dixwaze.

Şehîd Çiyako Yûsifînijad, tevî ku têkoşerekî jîngehparêz û werzişvanekî serkevtî bû, endamekî çalak ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li navxweyê welat de bû.

Silav li rihê paqijê şehîdn nû yên gelê me “Hemîd Muradî, Çiyako Yûsifînijad û Xebat Emînî”.

 

Navenda Teşkîlata Nihênî ya Hizba dêpmokrat a kurdistan Îranê

27ê Temûza 2025 an a Zayînî