
Piştînîvroya roja Dûşemî 6ê Gelawêjê, termê Şehîd “Xebat Emînî”, çalakvanê jîngehparêz ê Kurdistanê ku li dema terirandina agirê de digel hevalên xwe tûşî şewitînê bibû, û piştî çendîn roj berxwedan li nexweşxaneyê de şehîd bibû, bi beşdariya hezaran kes ji xelkê bajarê Sinê, bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.
Li rêûresma bi axspartina wî şehîdê jîngeha Kurdistanê de hezaran kes ji xelkê medenî çalakvanên jîngehparêz, malbatên şehîdan û hogirên sirûşta Kurdistanê, beşdarî kirin û bi hevre dirûşmên , “Şehîd Namirin” û “Xebat Qehreman e, Şehîdê Kurdistan e” dan.
Ternmê wî şehîdî li gortistana Bihişta Mihemmedî ya bajarê Sinê de bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.