Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê hewlê dide hindî zêdetir kuştiyên xwe bi kesên medenî bide nîşandan

11:15 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2025

Piştî êrîşa Îsraîl bo ser rêjîmê, hejmareke zêde ji berpirsên serbazî û herwisa kesên ser bi rêjîmê ku li navendên serbazî û ewlehî de dixebitîn hatine kuştin, rêjîma Îranê hewlê dide ku beşek ji wan wek kesên medenî bide nîşandan û bi wî awayê bikare hem rêjeya kuştiyên xwe yên leşkerî û ewlehî kêmtir bide nîşandan, û hem bo pirûpagenda xwe rû li civatgeha navnetewî wisa bide xuya ku Îsraîl li êrîşa xwe de xelkê medenî û bê tawan kuştine.

Pêka rapora Hewzeya ilmiye ya rêjîmê, zêdetir ji 11 axund li wan êrîşan de hatine kuştin ku beşa herî zêde ya wan li navendên serbazî û hikîmî de pileyên fermî hebûne, wek mînak “Remezanelî Mêhrelî tebar Fîrûzcayî”, berpirsê eqîdetî-siyasya besîcên rêjîmê û Elî Turkaşwend, nûnerê Elî Xamineyî li spaha pasran a terorîst li bajarê kerecê de bûye.

Herwisa hatiye zanîn 7 xwendekarên ku li wî şerî de hatine kuştin, pasdarên rêjîmê bûne û xwendekarek bi navê Mêysem Emar ku li stada fermandehiya spaha pasdaran a terorîst de hatiye kuştin, pileya serhengî hebûye.