
Îsraîl Kats, Wezîrê Berevaniya Îsraîl li derheq rêjîma Îranê de ragihand: “me derbên giran bi rêjîma Îranê xistien, lê ew dawiya kar nîne, em mijûlê xweamadekirin bo êrîşkirineke dubare ya bi nişkêve li demek nêz de bo ser rêjîma Îranê ne”.
Herwisa Îsraîl Kats rû bi rêjîma Îranê ragihand: “Dest ji gefxwarinê berdin, çimkî Îsraîl li berevanîkirin ji ewlehiya xwe, ne bi gotin belku bi kiryar biryarder e”.
Berpûirsên ewlehî yên Îsraîlê jî li heftiyên derbasbûyî de çendîn caran ragihandine ku tevahiya bijardeyan bi atybet êrîşa rasterast a serbazî, her hene û hekî rêjîma Îranê ji biryara xwe bo meyandina Uraniyomê paşekêşiyê neke, dê li hember bisekinin.