
Derya Sefayî, Parlemntara Biljîkê ragihand ku ji aliyê polîsê ewlehiya Biljîkê ve hatiye agehdarkirin ku rêjîma Îranê pîlana revandina vê heye û dixwaze bi rêya Tirkiyê ve, vê pîlana revandinê cîbicî bike û bo Têhranê veguhazin.
Derya Sefayî ragihand ku ew yeka piştî hewldanên vê bo bi terorîstnaskirina spaha pasdaran li meclîsa Nûneran a Biljîkê û hewldan bo bi terorîstnaskirina vê rêkxirava trerorîstî li Ewropayê de bûye.
Pêka gotina vê Parlemantarê, rêjîma Îranê dixwaze bi revandina vê parlemntara Biljîkê wê wek barimte bi kar bîne an li jêr îşkenceyan de bikuje an bidar veke.
Bi barîmtegirtin yek ji bingeha siyaseta rêjîma Îranê li hember welatên biyanî ye û heta niha gelek terorîstên xwe ku cinayetên hovane kirine, ji girtîgehên Ewropayê rizgar kirine û li ber çavên civaka cîhanî, berdewame li ser barimtegirtinê.