
Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê li roja Duşemî 6ê Gelawêjê, li civîna digel Serokwezîrê Birîtaniyayê Kiyêr Stamêr li Skatlendê de dubare ragihand ku şiyana navkî ya rêjîma Îranê ji nav biriye û hekî rêjîma Îranê bernameya xwe ya navkî dest pê bike, ev dê bi awayek eşkere vê ji nav bibin.
Serkomarê Amerîkayê ev yeka jî ragihand ku peyamên rêjîma Îranê gelek xirab û nexweş in û berpirsên rêjîmê, hinek axaftinan dikin ku nabe bikin û ez huşadiyê didime wan ku hekî careke din hewla bernameya navkî bidin, em dê vê bi temamî, ji nav bibin.
Herwisa Donald Trump bi tekezî ragihand ku rêjîma Îranê destêverdanê li danûstandinên Xezê de dike û destûr û biryaran dide Hemasê, ev mijarek gelek cihê nigeraniyê ye.