Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirinên xosearne li Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibin

11:17 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2025

Hêzên hov ên rêjîma Îranê 5 welatiyên xelkê bajarê Bokanê bi awayê xosearne binçav kirin û bo cihek nexuyta veguhastin, 2 ji wan girtiyan, girtiyên berê yên siyasî ne.

Li berdewamiya binçavkirinên xosearneya welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve 5 welatî bi navên “Emîr(Hejar) Ebdulapûr, Awat Elîpûr, Enwer Îbrahîmzade, Simko Meirûfî û Îsmaîl sanyar” ji aliyê hêzên hov ên îtilaat rêjîmê ve hatine girtin.

“Simko Meirûfî û Îsmaîl Sanyar”, girtiyên berê yên siyasî ne.

“Îsmaîl Sanyar” ê xelkê gundê “Daşbend”ê, li roja çarşemî 11ê Pûşperê û “Awat Elîpûr” xelkê gundê “Şêxler”ê û “Enwer Îbraîmzade”, xelkê bajarê Bokanê li 10ê Pûşperê û “Simko Meirûfî”, çalakvanê jîngehparêz ê xelkê bajarê Bokanê li 9ê Pûşperê, ji aliyê hêzên îtilaat rêjîmê ve bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, hatine binçavkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên Kurd û cihê ragirtina wan li ber dest nîne.