
Sibêdeha roja Çarşemî 8ê Gelawêjê hêzên hov ên rêjîma Îranê bi awayê xoserane êrîş kirine ser malbateke xelkê gundê “Heft Çeşme” girêdayî bi bajarê Îlamê û kesek bi navê “Elîxan Zemanî” yê temen 46 salî ku bavê 2 zarokan e, kuştin û birayê wî yê bi navê “Muhsin Zemanî” jî birîndar kirin.
Pêka raporên belavbûyî, hêzên hov ên rêjîmê bi armanca binçavkirina “Mihsin Zemanî êrîş kirine ser vê malbatê ku li encamê de birayê wî ji aliyê hêzên kelanteriya 14 a rêjîmê ve hatiye kuştin.
Êrîşkirkina hovaneya hêzên rêjîmê û teqekirin li vê malbatê, berteknîşanda xelkê gund li pey xwe aniye û li hember wan hêzên hov sekinîne û tevî ku hêzên rêjîmê teqe li wan kirine, lê bi sedema berxwedana xelkê, ji wir revîne.