Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Birîtaniyayê li derheq gefên rêjîma Îranê huşdarî da

10:23 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2025

Komîteya Zanyarî û Ewlehî ya Parlemana Birîtaniyayê, rêjîma Îranê wek “Metirsîdartirîn dewlet li warê pîlanên terorkirin û tirsandina dijberan li axa Birîtaniyayê” de binav kir û li derheq zêdebûna gefên fîzîkî, êrîşên saybêrî û azardana rojnamevanên Îranî, huşdar da.

Pêka rapora vê Komîteyê, rêjîma Îranê metirsîdartirîn rêjîm bo revandin û terorkirina dijberan li Birîtaniyayê de ye.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku dezgehên îtilaatî û sîxur û terorîstên ser bi rêjîma Îranê li axa Birîtaniyayê de kiryarên berçav hene û rêjîma Îranê kiryarên wek “dariştin û cibicêkirina teror, êrîşên fîzîkî yên rasterast, tirsandina malbatan, destdanîn bi ser darayiyan, çêkirina dosyeyên dadgehan ên şanoyî, belavkirina zanyariyên alozker, azardan, sîxuriya dîcîtal, hekkirin, belavkirina zanyariyên kesîn û çêkirina nasnameyên sexte” li Birîtaniyayê de dikin.