
Karnasan li derheq çikbûna tevav a gola Urmiyê heta dawiya demsala havîn a îsal huşdarî dan û ragihandine ku tevî hemû bernameyên bi nîvekar mayî, ti hewldanek an îradeyeke rêjîmê bo vejandina vê golê nîne.
Pêka gotina birêveberê giştî yê îdareya parastina jîngeha rêjîmê li parêzgeha Urmiyê, heta dawiya demsala Havînê, dê ev gol bi tevavî hişk bibe û pêştir jî ragihandibû ku beşa bakûrî ya vê golê de bi tenê 100 kîlometra 2cî, av bi kûrahiya 4 heta 5 santîmetr heye û li rastiyê de mirov dikare bibêje ku êdî ti avek nemaye.
Herwisa wî berpirsê rêjîmê ragihandiye ku li beşa başûrî ya golê de jî 600 heta 700 kîlometrên 2cî, av bi kûrahiya 15 heta 20 santîmetran maye û bi berçavgirtina germayê, egera çikbûna %100 a vê golê gelek zêde ye.