
Pêka raporên belavbûyî, sibêdeha roja 7ê Gelawêjê girtiyekî Kurd ê xelkê Kirmaşanê yê bi navê “Nevîd Rostemî” li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de hate bidarvekirin.
Roja Çawrşemiyê girtiye bi navê Riza Salihî, û girtiyekî din bi navê Ehmed Mehdewî, li girtîgeha Adilabadê de hatne bidarvekirin.
Herwisa roja Çarçemiyê 8ê Gelawêjê, Ebdulzahir Feqîrdadî li girtîgeha Qomê de hate bidarvekirin.
Herwisa roja 5ê Gelawêjê, girtiyek ê bi navê “Husên Ekberî” yê temen 50 salî li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Erakê û “Mehmûd Şîrbeygî” yê temen 30 salî yê xelkê bajaroka Şehriyar a ser bi bajarê Tehranê, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Qumê de hatine bidarvekirin.
Roja 8ê Gelawêjê girtiyek bi navê Yusif Emîrî li girtîgeha Tewrêzê de, û roja 4ê Gelawêjê de jî girtiyekî din ê bi navê, “Ebolfazl Şakirî”, hevwelatiyê Azerî yê xelkê bajarê Zencanê, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li Zencanê de hatne bidarvekirin.
Pêka amarên belavbûyî, ji destpêka meha Gelawêjê ve yanî di heyamê 8 rojan de 37 girtî li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin.