
pêka rapora “Kolber News”ê, êvareya roja Sêşemî 7ê Gelawêjê “Behram Mîk”, temen 35 salî xelkê gundê “Mîk”ê, ser bi bajarê Seqizê û rûniştiyê “Terxanava”ya bajarê Banê, li encama teqeya rasterast a hêzên sînorî yên rêjîmê li xala sînoriya"Eşterava" yê ser bi devera “Enwer” a bajarê Banê bi giranî birîndar bûye.
Navbirî ku bavê du zarokan e, li dema teqekirina hêzên hov ên rêjîmê de ti bar an alavek bi wî re nebûye û piştî birîndarbûnê, bo nexweşxaneya “Selahedînê Eyubî” li Banê hatibû veguhastin, lê ji ber giraniya birînên wî, bo nexweşxaneyeke Seqizê hatiye veguhastin.