Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yada Şehîdên Jîngeha Kurdistanê ji aliyê yarîzanên topa pê li Merîwanê de bi bilind hate ragirtin

11:24 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2025

Roja 7ê Gelawêjê li bajarê Merîwanê , yarîzanên topa pê yên wî bajarî û bajarê Pawê, nav û yada “Şehîdên Jîngeha Kurdistanê” bi dirûşma “Navê ve xortên Kurdistanê her tim bilind be”, yariyek lidar xistin û emegnasiya xwe li derheq cangorîkirina wan şehîdan dane xuya.

Ev leyîza topa pê ji aliyê yarîzanên dêrîn a topa pê ya bajarê Merîwanê, digel yarîzanên dêrîn ên bajarê Pawê, li yarîgeha “Zagros” a bajarê Merîwanê de hate lidarxistin.

Xelkê Kurdistanê nav û yada şehîdên xwe bi bilind radigrin û wan ji bîr nakin.