Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê dorpêç xiste ser zêdetir ji 115 kes û şirketên pêşeya Nefta Îranê û gemîraniyê

11:26 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2025

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li roja çarşemî 8ê Gelawêjê de bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku “Husên Şemxanî” ku ticareta nefta neyasayî ya rêjîmê dike û herwisa toreke berfireh a ticarî ku ji aliyê wî ve tê birêvebirin, li lîstê dorpêçan de tomar kiriye.

Pêka vê daxyaniyê, zêdetir ji 50 kes û zêdetir ji 50 gemî, beşek ji tora ticarî ya Husên Şemxanî li ticareta neyasayî ya nefta rêjîmê ye ku bi rêya vê torê, neft û berhemên neftî û alavên din ên ticarî ji Îranê bo Rûsiyê û ji wir bi hemû cîhanê difroşe û ji vê rêkê ve dehan milyard Dolar, dahatê bi dest xwe ve tîne.

“Husên Şemxanî” kurê pasdarê terorîst “Elî Şemxanî” yê şêwirkarê rêberê rêjîmê ye û pêka vê raporê bi rêya bandorxistina bavê xwe kariye toreke wiha neyasayî ya berfireh ava bike.