
Tevê ku rêjîmê navê dehan piledarên xwe yên terorîst ku li êrîşa Îsraîlê de hatibûne kuştin belav kiribûn, navê 9 piledarên xwe yên din jî belav kirin ku li êrîşa Îsraîl de hatine kuştin.
Ragihandinên ser bi rêjîmê bi belavkirina lîstek nû kuştina, “Hesen Xwansarî, Sohêyl Rostemiyan, Sîrûs Muradî û Seîd Eslanî” ku pileya ertîpiyê “serdarî” hebûne û “Muhsion Berkan, Mecîd Zarê`î û Mihemedcewad Burhanî” ku pileya serheng tevav hebûne û li wan êrîşan de hatine kuştin piştrast kirin.
Herwisa navê 2 terorîstên din ên bi navên “Elî Ebasî û Sohêyl Lotfîzade” jî piştrast kirine lê pileyên wan ên serbazî, belav nekirine.
Li wan êrîşan de “Ebulfezil Nîkûyî” naskirî bi “Hac Yûnis” ku fermandeyê îtilaata spaha quds a rêjîmê jî hatiye kuştin ku li wan 8 salan dawiyê, mijûlê çêkirina fitneyan li Sûriyê de bû.