Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Esmanê Îranê bo firîna balafiran hate daxistin

11:20 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2025

Rêjîma Îranê ragihand ku bi sedemên ewlehî, esmanê deverên navendî û rojavayî yên Îranê heta piştînîvroya roja Pêncşemiuyê bo balafirên biyanî û navxweyî yên Îranê hatiye daxistin.

Berdevkê wezareta rê û bajarsaziya rêjîmê yê bi navê “Mecîd Exewan” ragiahnd bi sedema rewşa ewlehî, firîna balafirên biyanî û navxwy,î li deverên navendî û Rojavayê esmanê Îranê hatiye daxistin lê devera rojhilata Îranê bo balafirên navxwe ‘ biyanî vekirî ye.

Bi sedema êrîşa esmaniya îsraîl, sîstema berevaniya rêjîmê ji nav çoye û pêka raporên belavbûyî, heta niha jî kontrola esmanê Îranê li destê hêza esmanî ya Artêşa Îsraîlê de ye û her rojê dironên Îsraîlî li bajarên Îranê de binke û navendên serbazî, mûşekî û dironiya rêjîma Îranê bi taybet ên spaha pasdaran a terorîst dikin armanc û jinav dibin.

Şeva derbasbûyî jî çendîn teqînên mezin li Têhran, Bûşêhr, Kerec û çendîn cihên dinê de qewimîne û li piraniya bajarên Îranê de dengê teqîn û herwisa pedafenda rêjîmê dihate bihîstin.