Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaat rêjîmê li Seqizê zêdetir ji 10 xwediyên nanewaxaneyan binçav kirin

11:22 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li bajarê seqîzê de hêzên îtilaat rêjîmê zêdetir ji 10 xwediyên nanewaxaneyan bi sedema daxwazkirina mafê xwe, binçav kirin û bo cihek nexuya veguhastin.

Li berdewamiya tepeserkirina sendîkayên pîşeyî li Îranê bi atybet li Rojhilatê Kurdistanê, serokê sendîkaya nanewaxaneyan ê bi navê “Yedulla Ilmî” digel 10 xwediyên nanxaneyan ku kombûna nerizayetiyê lidar xistibûn, bi awayê bi kom ji aliyê hêzêln îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Xwediyên nanwaxayen li bajarê seqizê, daxwaz ji berpirsên pêwendîdar kiribûn ku pêka bilindbûna nirxa hewcehiyan û zêdebûna heqdesta kedkarên nanwaxaneyan, nirxa nan bilind bikin lê tevî ku heta niha ti bersivek bi wan nehatiye dan, ev rastî girtinê jî hatine ku heta niha qedera wan ne xuyaye.

Bi sedema guhnedana berpirasan, xwediyê nanwaxaneyan neçar mane bo çareserkirina vê pirsgirêkê, kombûna nerizayetiyê lidar bixin.