Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mûsa Omîdî, endamê “Bereya Yekgirtiya Kurd”, ji aliyê rêjîmê ve hate girtin

11:24 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2025

Hêzên îtilaat rêjîmê li bajarê Îlamê, bi awayê xosearne, êrîş kirine ser mala “Mûsa Omîdî” yê endamê “Bereya Yekgirtiya Kurd” û ew binçav kirin û bo cihek nexuya veguhatin.

Li berdewamiya binçavkirinên xoserane li Rojhilatê Kurdistanê, li roja Çarşemî 11ê Pûşperê, Hêzên hov ên îtilaat rêjîmê li bajarê Îlamê, bi awayekî xosearne û bê belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala Mûsa Omîdî, endamê Bereya Yekgirtiya Kurd û ew binçav kirin û hejmarek ji alavên wî yên kesîn ên wek “mobayl, Leptap û pirtûkên wî” digel xwe birin.

Mûsa Omîdî, lêkolerê civakî û mamostayê berê yê zanîngehê ye ku bi sedema dîtingehên wî yên rexnegirane,  ji karê mamostatiya zanîngehê hatiye derxistin.

Navbirî li heyva Xakelêwe ya sala 1401 a Rojî de kevte ber kerb û kîna rêjîmê û bi tohmeta “propaganda bo girûp an rêkxiravên dijberî rêjîmê” bo dadgeha rêjîmê li bajarê Îlamê hate gazîkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê sedema binçavkirin, tohmetên sepand bi ser wî mamostayê zanîngehê û cihê ragirtina wî nehatiye zanîn.