
Li Kongireya Amerîkayê de reşnîvîsek hatiye amadekirin ku li egera berdewambûna rêjîma Îranê li hewldan bo bidesveanîna çeka navkî, Amerîka firokeyên cura B2 û bombên GBU-57, bidin Îsraîl.
Pêka raporeke FOX NEWS”ê, 2 Kongirêsmenên Amerêka yên Dêmokrat û Komarîxwaz, reşnivîsek pêşkêşî Kongireya Amerîkayê kirine ku li egera erêkirina vê, Amerîka dê firokeyên startejîk ên cura B2 û herwisa bombên 14 tonî yên GBU-57, bide Îsraîl.
Pêka vê reşnivêsê, hekî rêjîma Îranê li hewldan bo çêkirina çeka navkî berdewam be, dibe ku ew cure çekên stratejîk bi Îsraîlê bêne dan ku bikare bi tevavî wan bernameyên rêjîma Îranê ji nav bibe.
Wan yasadanerên Amerîêkayê ragihandine: “rêjîma Îranê, mezintirîn piştevanê hikûmî ya terorîzm li cîhanê ye û berpirsê kuştina hezaran kes ji xelkê Amerîkayê ye û niha ku dixwaze çeka navkî berhem bîne, dibe em li hember bisekinin.