
Roja Çarşemî 11ê Pûşpera 1404 a Rojî, hevrê “Sabir Ebdullahî” naskirî bi “Sabir Sartkeyî” bi sedema bûyera hatinûçonê, canê xwe ji dest da û tevlî Karwanê Şehîdên Kurdistanê bû.
Şehîd “Sabir” li sala 1373 a Rojî de li gundê “Sartke”yê ser bi devera “Rebet”ê li malbateke têkoşer û şoreşvan de ji dayîk bû û heta sala 1396 a Rojî, digel malbata xwe li wî gundî de jiya.
Li sala 1387 a Rojî de, dema ku Şehîd “Hemze Sartkeyî”, fermandeyê têkoşer û wefadarê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê şehîd bû, Sabir ku temenê wî kêm bû, kevte jêr bandora vê bûyerê. Li sala 1396 a Rojî de ku gihîştibû temenê yasayî, digel bira û xweîşka xwe, doza xebat û tekoşînê girtine ber xwe û tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bûn û çeka Pêşmergetiyê avêtine milê xwe, da ku ximet bi niştimana xwe bikin.
Şehîd “Sabir” ciwanekî welatparêz, emegnas, çalakvan, dilsoz û niştimanperwer bû. Li heyama çend salên pêşmergetiya xwe de li organên pêşmerge li “Hêza Çiya” û “Navenda Darayî” û Melbenda 2 a Kurdistanê de xizmet kir. Heyamê 2 sal wek serpelê beşek ji pêşmergeyan li Melbenda 2 a Kurdistanê, hatibû diyarîkirin ku erkên xwe bi başê cîbi cî dikirin.
Mixabin, li piştînîvroya roja Çarşemî 11ê Pûşperê, li bajarê Koyê de bi sedema bûyereke hatinûçonê, canê xwe ji dest da.
Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê, sersaxî û hevxwmiya xwe bo şehîdbûna wî pêşmergê emegdar ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, dide xwîşk, bira û hevjîna wî ya pêşmerge û kesûkarên wî û xwe bi hevparê xema wan dizane
Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê
11ê Pûşpera 1404 a Rojî