Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsarîl mijûlê dariştina bernameyek bo rêgirîkirin ji nûjenkirina şiyana navkî ya rêjîmê ye

11:27 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2025

Wezîrê Berevaniya Îsraîl ragihand ku Îsraîl mijûlê dariştina bernameyeke demdirêj bo rêgirîkirin ji nûjenkirin û çêkirina dubare ya şiyana serbazî û navkî ya rêjîma Îranê ye.

Îsraîl kats ê Wezîrê Berevaniya Îsraîl ragihand ku Îsraîl bo berdewamî û parastina serdestiya xwe li esmanê Îranê û herwisa rêgirîkirin ji nûjenkirina dubare ya şiyana serbazî û navkiya rêjîmê, mijûlê dariştina bernameyek demdirêj e.

Gotinên “Îsraîl Kats” li halekê de ye ku fermandeyê artêşa rêjîma îranê, tevî ku hêj kontrola esmanê Îranê li destê hêza esmaniya Îsraîlê de ye, îdia kir ku li wî şerî de Îsraîlê şikest xwariye û huşdarî da ku vê carê bersiva êrîşa dubareya Îsraîl dê gelek dijwartir ji berê be.

Rêjîma Îranê bo persepoşkirina şikesta serşoraneya xwe û tevî ji destdana rêzeya yekem û duyem a fermandeyên spaha pasdaran a terorîst û zanayên navkî, îdia kiriye ku agirbestê derfet neda ku em bersiva Îsraîlê bidin û 3 xalên serketina Îranê bi “Elî xamineyî, piştevaniya xelkê û şiyana serbazî” binav kir. Li rastiyê de ev 3 xal li wî şerî de bi tevavî her nebûn.