Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Penaberên Efxanî li li rewşeke karesat û gelek metirsîdar de dijîn

11:28 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2025

Piştî biryara rêjîmê bo derxistan penaberên Efxanî ji Îranê, rewşa wan penaberan ku li Îranê de jiyane û pitir jin û zarok in, dirwar e û rastî karesatek mirovî hatine.

Pêka gotina çavkaniyên Belûç, li kempên penaberên Efxanî yên wek kepma “Elxedîr” li bajarê Zahidanê, trajîdiyên mirovî diqewimin, li vê germaya dijwar de jin û zarok bê “sîber, nan û av” li deveyî kempê, hatine ragirtine, kes bi hawara wan ve naçe û bi tenê hejmarek ji çalakvanên Belûç bi gelek kêmî karîne hinek nan û avê bighînin beşek ji wan jin û zarokan.

Herwisa rêjîmê hejmarek ji xelkê Belûçistanê ku nasnameya Îranî nînin, tevlî wan penaberan kirine ku ji Îranê derxînin.

Pêka hinek çavkaniyan, nanek li nav wan penaberan de bi 50 hezar tumenî û qalibek bûz, heta 100 hezar tûmenî tê firotin û piraniya wan penaberan jî ti dirafek nînin.

Gefek gelek micid û metirsîdar li ser canê jinên ducan, zarokên sawa û nexweşan heye û rêjîm jî bizanebûn, vê rewşê hêj dijwartir dike.