Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

John Bolton: Heta rêjîma Îranê jinav neçe, îmkana çekkirina navkî ya rêjîmê nîne

11:31 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2025

John Bolton, Şêwirkarê berê yê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê nivîsek tund û rohn li jêr navê “Em dibe dawî bi rêjîma Îranê bînin” li rojnameya “The New York Times” de belavkir.  

John Bolton, Şêwirkarê berê yê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê, bi belavkirina nivîsekê li rojnameya “The New York Times” a Amerîkayê de bi awayekî rohn û rasterast ragihand ku heta rêjîma Îranê li Têhranê de desthilatdar be, ti îmkanek bo çekkirina navkî ya vê rêjîmê nîne.

“John Botlon” li vê nivîsa xwe ya bi navê “ Em dibe dawî bi rêjîma Îranê bînin” de bi tekezî daxwazا berdewambûn û dijwartirkirina êrîşa serbazî bo ser jêrxanên navkî yên rêjîma Îranê kiriye û sekinandina êrîşên Amerîka û Îsraîlê, bi şaşiyek startejîk binav kiriye.

Navbirî li vê nivîsê de îşare bi qedera “Mi`emer Qezafî” û herwisa şêwaza hilveşîna desthilata wî û mînak û şêwazek bo herifandina rêjîma Îranê kir û ragihand ku “berwajiyê Mi`emer Qzzafî, axundên rêjîmê ku pêştir hatine serşorkirin, dizanin ku serşoriya zêdetir, wan bo aliyê hilveşînê ve dibe”.