Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqînên mezin li çendîn bajarên Îranê de her berdewam in

11:40 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de teqînên mezin diqewimîn û dengê wan teqînan û herwisa dengê pedafendên rêjîmê têne bihîstin.

Li berdewamiya teqînan û bihîstina dengên mezin li Îranê, li roja Duşemî 9ê Pûşperê, li nêzê balafirxaneya bajar Urmiyê, dengê çendîn teqînên mezin hatine bihîstin ku spaha pasdaran îdia dike dengê teqîna bombên neteqiyayî yên îsraîlê ne ku ji aliyê wan vê têne teqandin.

Herwisa li şehreka “Bihiştî” li bajarê Têhranê, teqînek gelek mezin qewimiye û xisar bi çendîn maşînan kevtiye û piştî teqînê dengê pedafendên rêjîmê jî hatine bihîstin û li taxên “Hekîmiye, Têhranpars, Narmek, Sohanek, Lewîzan û Ezgul”ê û şehraeka Mehelatî yên bajarê Têhranê, pedafendên rêjîmê bi berdewamî teqe li esman kirine û dengê çendîn teqînên mezin li wan cihan de hatine bihîstin.

Rêjîma Îranê îdia dike çavkaniya wan dengan, jinavbirina bomb û mûşekên neteqiyayê yên êrîşa Îsraîl û herwisa ceribandina sîstema berevanî û çekên pedafend e, ew li halekê de ye ku sîstema berevaniya esmanî ya rêjîmê ji nav çoye û bi tenê çekên cura pedafend hene û teqînan, înkar dike.