
Serkomarê Amerîkayê ragihand ku rêjîma Îranê dest ji bernameya meyandin a Uraniyomê bernade û herwisa alîkariya xwe digel lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî qut kiriye.
Roja Şemî 14ê Pûşpera 1404 a Rojî, Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê, li civîna rojnamevaniyê de ragihand, tevî ku bernameya navkî ya rêjîma Îranê li binkeyên diyarîkirî de sekiniye, lê egera vê heye ku li cihên din ên navkî de bernameya xwe bidomîne û dest ji bernameya meyandin a Uraniyomê bernade.
Herwisa Donald Trump got: “rêjîma Îranê hevkariya xwe digel lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî sekinandiye, ez dê li ser wan mijaran li roja Duşemî 16ê Pûşperê de digel Binyamîn Netanyaho biaxivim”.
Bi vê pêkê, egera dana balafirên startejîk ên cura B2 û herwisa bombên 15 tonî bi Îsraîlê û êrîşên dubare bo ser rêjîma îslamiya Îranê gelek zêdetir dibe.