
Moqteda Sedir daxwaza hilveşandina girûpên çekdar ên ser bi rêjîma îranê li Îraqê û herwisa dawîanîn bi gendeliya malî li Îraqê û pêdegirî li ser serbixweyiya Îraqê kir.
Roja Înê 13ê Pûşperê, “Muqteda Sedir” ku yek ji kesayetiyên xwedî bandor ê siyasî û olî yê Îraqê ye, bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de daxwaza hilveşandina girûp û taqimên çedar ên milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê de kir.
Navbirî li vê peyama xwe de rû bi milîsên ser bi rêjîma Îranê gotiye ku çekên xwe radestî dewleta Îraqê bikin û herwisa tekezî bi ser serbixwebûna Îraqê û dûrketin ji her cure girêdanek bi derveyî Îraqê kir.
Armanca wî dûrketina Şîeyên Îraqê ji rêjîma Îranê ye.
Navbirî tekezî kiriye ku li egera çaresernekirina gendeliyên malî li Îraqê, li hilbijartinên parlemaniya Îraqê de beşdariya nake.
Axaftinên wî kesayetiya olî, dide xuya ku hewldan bo durketin ji bandor û fitneyên rêjîma îslamiya Îranê li Îraqê, gelek micid in û ti kes an aliyek bi taybet Şîeyên Îraqê, êdî naxwazin bi sedema pêwendî û girêdan bi rêjîma Îranê rastî pirsgirêkan bibin.