
Li devedevê nêzîkbûna 22 ê Pûşperê, salvegera şehîdbûna “Dr. Qasimlo”, rêberê karîzmatîk û binavdeng û sekreterê berê yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û hevalên wî, çalakiyên teblîxî û amadekarî bo lidarxistina çalakiyan, li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pê dikin û nav û yada wî rêberî bi bilind radigrin.
Endamên têkoşer û alîgirên xwedîseh ên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li çendîn gundên ser bi bajarê Mihabadê ên wek “Amêd, Sulxe, Kamem, Zêwe, Daştemer, Hacîmamiyan, Avan, Sulkûk, Sîlim, axasor, Dolepemo, Beytas, Sîçanbulax, Qemtere, Seholan, Derman û Qizilcê de çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Herwisa li devera “Aleşîn” a Bokanê li gundên “Muşîrabad, Goygçelî, Qelaya Hulakû, Gamêşgulî û Biraymabad”ê û herwisa Mîrawê, de jî çalakî bi rê ve çon.
Piştî amdekariyan li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de belavkirina wêne, trakt, posterên taybet bi 22ê Pûşperê dest pê dikin.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Ebdulah Qadirî Azer ê endamê Koîteya Navendiya Hizba Dêmokrat li Ewropayê û herwisa Dr. Fazil Resûl ê dostêl Hizba Dêmokrat li başûrê Kurdistan, li 22ê Pûşpera 1368 a Rojî, ji aliyê dîplomat-terorîstên rêjîma Îranê li bajarê “Viyen”, paytexta Ortîşê, hatine şehîdkirin.